Dîrok
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Kurdistana Bakur û li Tirkîyeyê çareserîya pirsa kurd û
Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. PAK di 19.10.2014an de ava bû.
PAK ji xwe re organîzekirineka weha dike bingeh, da di çarçoveya daxwazên demokratîk yên
neteweyî de xwe bigihîne derûdora herî berfireh ya mimkin.
PAK, li wan berxwedan, serîhildan û destkeftîyên neteweyî û civatî bi xwedî derdikeve ku ji bo mafên
neteweyî û demokratîk ên kurd û Kurdistanê peyda bûne, ji çewtî û kêmasîyên wan dersê derdixe û
xwe wekî berdewamîya têkoşîna neteweyî û demokratîk dibîne.
PAKa ku têkoşîna xwe ya neteweyî û demokratîk ji demokratîzebûna siyaseta li Kurdistanê û
têgihiştin û kultureka pirreng cuda nabîne, di çarçoveya dîtin û armancên siyasî yên bingehî yên jêrîn
de xebata xwe ya siyasî didomîne.